PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê firotina balafirên F-35 ya bo dewleta Îmaratan û gelek peymanên leşkerî yên din da rawestandin. Sedema rawestandina hinek peymanan digel peymana bi Îmaratan re ew e ku derfet bo rêvebiriya nû çêbibe da li ser peymanan bifikirin û lêkolînê bikin.
Tê gotin ku ev di guhertina serokatiya Amerîkayê de tişteka normale. Di nava firotinên hatine rawestandin de Îmarat, Erebistana Si’ûdiyê û hin dewletên din hene ku di wexta Trump de hatine erêkirin.
Wezîrê niha yê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, hefteya borî di senatiyê de axfî bû û gotibû bo normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re hinek tawîz bo hinek dewletan hatine dayîn lê divê car din li ser wan peymanan vekolînan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin