Amerîka: Heke Brunson neyê berdan zextên nû amade ne

Amerîka: Heke Brunson neyê berdan zextên nû amade ne

PeyamaKurd - Wezîrê Gencîneyê yê Amerîka Steven Mnuchin ragihand, ku nêzîkî du sala ye Andrew Brunson li Tirkiyê girtî ye, heke ev rewş wiha dewam bike mueyîdeyên ku em ê li ser Tirkiyê bisepînin amade ne.

Li gor agahiyên medyaya Amerîkayê parve kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civîna kabîneya xwe de, derbarê pêwendiyên aloz ên Tirkiyeyê de axifî, di dema axiftina xwe de ji Wezîrê xwe yê Gencîneyê Steven Mnuchin pirsa rewşa dawî ya mueyîdeyên li dijî Tirkiyê kir. Mnuchin jî got, wan heta niha zext danîn ser hin wezîrên Tirkiyeyê û ger Keşe Andrew Brunson azad nebe, zextên wan ên zêdetir amade ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin