Amerîka: “Heke Brunson di hefteyekê de neyê malê..!”

Amerîka: “Heke Brunson di hefteyekê de neyê malê..!”

PeyamaKurd- Di derbarê bûyera Keşe Andrew Brunson de ji Amerîkayê daxuyaniyeke nû hat û Amerîkayê got ku heke di nava hefteyekê de Keşe Andrew Brunson neyê mala xwe, dibe ku em hinek gavên dî li dijî Tirkiyê bavêjin.

Erkdarekî Qesra Spî yê Amerîkayê got ku di mijara Keşe Andrew Brunson de heta niha tu pêşketin çênebûne û Washington zêde li ser vê mijarê disekine.

Erkdarekî Qesra Spî yê ku naxwaze navê xwe eşkere bike, got ku rêvebirî wê li ser vê bûyerê hişk bisekine. Washington dixwaze ku ji %100 Brunson were mala xwe. Heke ev çênebe, dibe ku di pêşerojê de em hinek gavên dî jî bavêjin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin