Amerîka hisyarî da HSDê eger bi Sûriyê re li hev bikin

Amerîka hisyarî da HSDê eger bi Sûriyê re li hev bikin

PeyamaKurd- Generalekî payebilind ê Amerîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyar dike ku heger hevpeymaniyê bi rêjîma Sûriyê û Rûsyayê re bikin, êdî piştevaniya wan nakin.

Generalê Amerîkî Paul LaCamera ji rojnamevanan re ragihandiye, heger HSD bi rêjîma Sûriyê yan bi Rûsyayê re li hev bike, êdî ewê wek hevpeyman ji HSDê re nemînin û hemû pêwendî û piştgîriya xwe jê re rawestînin.

Wî fermandeyê Amerîkî HSD hişyar kiriye û gotiye, qanûnên Amerîkî hevpeymaniya bi Rûsya û hêzên Beşar Esed re qedexe dike.

Lê general daye xuyakirin, Amerîka dê berdewam be li ser çekdarkirin û perwerdekirina HSDê, heger HSD wek hevpeymana wan bimîne.

Generalê Amerîkî di demekî de vê yekê dibêje ku him Sûriye him jî Rûsya, fişarên li ser HSD û kurdên Sûriyê dikin da ku bi rêjîma Sûriyê re bigihê çareseriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin