PeyamaKurd – Amerîka dibêje, bi baldarî hewildanên îstixbarata Rûsya yên ser reşkirina derziyên Moderna û Pfizerê dişopîne.
Li gor Berdevka Qesra Spî Jen Psaki diyar kir, Amerîka hay ji wan hewildanan heye, ew wan bi baldarî dişopîne û gavên hewce diavêje.
Yek ji Berdevkên Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka jî destnîşan dike, wan heta niha sê weşanên onlayn yên ji aliyê îstixbarata Rûs ve tên birêve birin tespît kirine.
Li gor daxuyaniya wî berdevikî, armanca wan weşanan reşkirina derziyên Moderna û Pfizerê ye.
Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki jî dide zanîn, ew weşan ser jimareke mijaran agahiyên şaş belav dikin.
Li gor agahiyên Psaki dane, ew weşan ji bilî reşkirina derziyên Moderna û Pfizer, ser rêxistinên navneteweyî, pevçûnên leşkerî û protestoyan jî agahîyan didin.
Nûçeya pêşî ya ser wan weşanan roja Yekşemê Wall Street Journal belav kiribû û Berdevkê Kremlînê ji wê rojnameyê re dîyar kiribû ku ew îdiayên ser reşkirina derziyan derew in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin