Amerîka ji bo girtina konsûlxanê 72 saet dem da, Çînê bersiv da

Amerîka ji bo girtina konsûlxanê  72 saet dem da, Çînê bersiv da

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew konsûlxaneya Çînê a li Amerîkayê digirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Çarşemê daxwaz ji Çînê kir ku di nava 72 saetan de, konsûlxaneya xwe ya Houstonê ya li Teksasê bigire.

Wezareta Derve ya Çînê biryara Amerîkayê şermezar kir û ragihand ku ew ê jî bi heman awayî konsûlxaneya Amerîkayê ya li Çînê bigirin.

Rêveberiya Amerîka ji ber belavbûna nexweşiya koronayê Çînê tohmetbar dike û di demên dawî de têkilên herdu welatan gihîştine rewşeke aloz.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin