PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Amerîkayê avakirina herêma tampon wekî mercê sereke yê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê nabîne.
Rayedarekî Amerîkî ji medya cîhanê re ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di vekişîna ji Sûriyê de bi biryar e, lê naxwazin ji bo vekişînî pêşbîniyekê bikin.
Rayedarê Amerîkî li ser hevdîtinên bi Tirkiyê re jî diyar kir, “Dema em serkeftina hevdîtinên ligel tirkan bidin ber çavan, derbarê serneketinê de em naxwazin pêşbîniyekê bikin. Em dixwazin ji bo avakirina herêma tampon ku li gor berjwendiyên welatê me ye xweşbîn bin. Û em dikarin vê bi ser bixin.”
Wî rayedarî da zanîn ku ew metirsiyên ewlekariyê yên Tirkiyê didin ber çavan, lê di çarçoveya parastina şirîkên xwe yên bi hev re şer kirine (YPG/HSD) de, hewil din herêmeke tampon ava bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin