Amerîka keştiya balafirhilgir USS George HW Bush dişîne Rojhilata Navîn

Amerîka keştiya balafirhilgir USS George HW Bush dişîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd - Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku keştiya balafirhilgir a mezin USS George HW Bush ber bi herêma CENTCOMê (Fermandariya Navendî) ve tê şandin.

Ev keştiya ku wekî "baregeheke asmanî ya li ser avê" tê naskirin, xwedî kapasîteya hilgirtina zêdetirî 80 balafiran û nêzîkî 6,000 personelî ye.

Tê payîn ku ev keştî beşdarî operasyonên li dijî Îranê bibe. Li gel vê keştiyê, wêrankerên bi mûşekên rêberkirî yên wekî USS Donald Cook û USS Mason jî ber bi herêmê ve ketine rê.

Di heman demê de, hat zanîn ku keştiya herî mezin a cîhanê USS Gerald R. Ford, piştî ku agir pêketibû, niha ji bo tamîrkirinê li Yewnanîstanê ye.