Amerîka li dijî Îranê desteka mezin dide Erebistanê

Amerîka li dijî Îranê desteka mezin dide Erebistanê

PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Amerîkayê Pentagon behsa tehdîda Îranê kir û ragihand ku dê bo Erebistana Si’ûdiyê alavên hewayî, bataryayên Patriotan, û sîstema termînalekî bilindahiya wê zêde ya parastina sehayê (THAAD) dê bişînin. Di beyana ku ji aliyê berdevkê Pentagonê de ji aliyê Hoffman de hat dayîn de, bal hatiye kişandin bo ser “rîskên herêmî” û “tehdîdên Îranê”. Huffman di beyana xwe de weha got:

“Wezîr Mark Esper li ser daxwaza Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) biryarê da ku bo Erebistana Si’ûdiyê 2 fîloyên balafirên şer, 2 bataryayên fuzeyên Patriotan, 1 fîloya sefera hewayî, 1 sîstema termînal ya îrtîfa wê bilind ya parastina herêmê (THAAD) bişîne.”

Hoffman ragihand ku di mijarê de agahiyê daye welîahd Muhammed Bîn Selman û got ku bi tevahî heya niha leşkerên Amerîkayê yên ku li Erebistanê ne jimara wan gihaye 3 hezaran. Hoffman beyan kir ku jimara leşkerên CENTCOM ê gihaye 14 hezaran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin