Plana Amerîka ya êrîşa mezin a ser Îranê diyar bû

Plana Amerîka ya êrîşa mezin a ser Îranê diyar bû

PeyamaKurd - Tora nûçeyan a CNNê ragihand ku rêveberiya Amerîkayê bijardeya bikaranîna bombeya neatomî ya giran "GBU-43/B" ku wekî "Dayika Bombeyan" tê naskirin, di çarçoveya planên leşkerî yên li dijî Îranê de gotûbêj dike.

Li gorî zanyariyên ji berpirsên leşkerî hatine veguhastin, artêşa DYAê bo lêdana binesaziya enerjiyê û navendên atomî yên Îranê amadekariyên xwe temam kirine û bicîkirina vê planê rasterast bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump ve girêdayî ye.

Di heman demê de, berpirsekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku Washington xwe ji bo hemû senaryoyan amade dike û hin armancên destnîşankirî pêwîstî bi bikaranîna çekên gelekî wêranker hene.

Tevî ku bikaranîna mezintirîn çeka neatomî ya DYAê dikare aloziyên herêmê bibe asteke metirsîdar, berpirsên leşkerî balê dikşînin ser wê yekê ku gotûbêjên li ser bandora stratejîk a vê bombeyê hîn jî li ser maseyê berdewam dikin.