PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Bager Qalibaf êrîşa Amerîkayê ya li ser Girava Qeşm li başûrê Îranê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku rêveberiya Washingtonê wê "bedela vê êrîşê" bide.
Qalibaf di peyamekê de ku îro sibê derbarê êrîşa Amerîkayê ya li ser Girava Qeşmê de hat weşandin got, "Dewletên Yekbûyî her roj bi destê xwe sûcekî nû dike."
Qalibaf êrîş şermezar kir û diyar kir, "Êrîşa terorîstî ya li ser malên sivîlan li Girava Qeşmê, berdewamiya sûcên ku li Mînab û Lamardê hatine kirin e."
Qalibaf diyar kir ku Îranê di pevçûnên xwe yên bi Amerîkayê re "serkeftin" bi dest xistiye û got, "Ew bi rijandina xwîna mirovên bêguneh fêr bûne ku li qada şer telafî bikin."
Qalibaf gefa tolhildanê ji bo êrîşa ku sê kesan canê xwe ji dest da xwar û bang li Amerîkayê kir û got, "Ew ê bedela vê bidin."
Di êrîşa li ser Girava Qeşmê de sê sivîl hatin kuştin.
Doh (Pêncşem) sibê, medyaya dewleta Îranê ragihand ku artêşa Amerîkî êrîşî Girava Qeşmê li parêzgeha Hormozgan kiriye û herî kêm sê teqînên bihêz li herêmê hatine bihîstin.