PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo serdana 35 welatên ku Tirkiye, Suriye, Iraq û Îran jî di nav de ye nekin, hişyariya asta ‘K’yê da.
Ev hişyarî herwiha tê wê wateyê ku heger hûn biçin wan welatan dibe hûn bên revandin.
Li gor nûçeya Wall Street Journalê berdevkê wezaretê hişyarî daye hemwelatiyên amerîkî ku îhtimal heye dema biçin wan welatan bên revandin û rehînkirin.
Di lîsteya Amerîkayê ya hişyariya neçûna welatên xeter de Tirkiye, Afganistan, Iraq, Îran, Sûriye, Rûsya, Lubnan, Libya û çend welatên afrîkî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin