PeyamaKurd – Hêzên Deryavaniya Amerîka û Brîtanyayê, piştî êrîşên ser keştiyên bazirganî yên Hûsiyan, êrîşeke berfireh li ser Yemenê da destpêkirin.
Şevê din ji noqavên Amerîka û Brîtanyayê, paytext Sana jî di nav de, 12 herêmên Yemenê bi tundî hatin bombebaran kirin.
Rayedarekî Amerîkî ragihand ku êrîş bi balafirên şer, fuzeyên Tomhawk û noqavan hatiye kirin û 12 herêm hatine hedefgirtin.
Hate ragihandin ku êrîş bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden û piştî civîna kabîneya Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak dest pê kiriye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku Awustralya, Behreyn, Kanada û Holandayê jî di van êrîşan de piştgirî daye Brîtanya û Amerîkayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin