Amerîka û Kenyayê, li ser wê mijarê li hev kir

Amerîka û Kenyayê, li ser wê mijarê li hev kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Amerîkayê bi hikûmeta Nairobiyê re li hev kir ku çavkanî û piştgiriyê bide Kenyayê ku plan dike leşkeran bişîne Haîtiya ku bi tundûtûjiyê re têdikoşe.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Parastinê yê Kenyayê Aden Bare Duale, di civîna ku li Nairobiya paytexta Kenyayê hat lidarxistin de peymana ku dê têkiliyên berevaniyê yên 5 salên bê yên herdu welatan rêve bibe destnîşan kir.

Wezîrê Parastinê yê Kenyayê Duale got ku ew amade ne ku ji bo piştgiriya Haîtiya ku bi tundiyê re têdikoşe, leşkeran bi cih bikin.

Austin jî diyar kir ku wan di vê çarçoveyê de ji bo piştgirîkirina Kenyayê li hev kirine û got,

"Îro, girîngiya hevkariya me ya stratejîk a bi Kenyayê re bi destnîşankirina çarçoveya hevkariya parastinê ya di navbera herdu welatên me de hat xurtkirin."

Hat diyarkirin ku Austin, piştî serdana xwe ya Kenyayê dê serdana Angolayê jî bike ku di vî warî de gavên cihêreng havêtine.

Rayedaran diyar kir ku Austin dê di serdana xwe ya Kenya û Cîbûtî de bi personelên leşkerî yên Amerîkî re bicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin