Amerîka û Siûdî pistevaniya xwe bo Sah Abdullah ragihandin

Amerîka û Siûdî pistevaniya xwe bo Sah Abdullah ragihandin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê û rêveberiya Erebistana Siûdî, li ser îhtimala hewldana darbeyekê li dijî rêveberiya Urdunê, piştevaniya xwe bo Şah Abdullah ragihandin.

Şevê 3yê Nîsanê li Urdunê hatibû ragihandin ku ji ber sedema ewlehiyê Prensê Şûngir Hamza bin Huseyin jî di nav de hejmarek payebilindên Urdunê hatine binçavkirin ku ev yek wekî pêşîgirtina darbeyekê û dabînkirina ewlehiyê hatiye nîşandan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, li ser mijarê ragihand ku ew ji nêzîk ve pêşhatên li Urdunê dişopînin, danûstandina wan bi rayedarên Urdunê re didome û got, “Şah Abdullah şirîkekî kilît ê Amerîkayê ye û xwedî piştevaniya tam e.”

Herwiha rêveberiya Erebistana Siûdî jî piştevaniya xwe bo Şah Abdullah ragihand û li ser ajana fermî SPAyê hat ragihandin, ew piştgiriyê didin her hewldaneke Şahê Duyem Abdullah li dijî sabotajên û her cure bo parastina ewlehî û îstiqrara Urdunê û li kêleka welatê bira Urdunê cî digirin.

Li aliyê din Prensa Hamza bin Huseyîn vîdyoyek belav kiriye ku dibêje, ew di hepsa malê de ye. Herwiha gotiye, sererkanê Urdunê serdana wî kiriye û jê re gotiye, wê destûra derketina wî ya derve û pêwendiya bi mirovan re bo wî neyê dayîn ku wekî sedem jî rexneyên wî yên bo Şah û hikûmetê hatine nîşandan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin