Amerîka û Talîbanê lihev kirin: Amerîka vedikise

Amerîka û Talîbanê lihev kirin: Amerîka vedikise

PeyamaKurd- Di hevdîtinên Amerîka û Talîbanê de lihevkirin ku leşkerên NATO û Amerîkayê di çarçoveya plana Pentagonê de di nava 5 salan de ji Afxanistanê vekişin.

Berê jî Amerîka vê planê pêşkêşî Talîbanê kiribû lê Talîban xwestibû di nava 1 salekî de leşkerên xwe vekişîne. Planeka Pentagonê berê jî ketibû ser laperên çapemeniyê. Li gor wê palnê wê Amerîka di mehên pêşiya me de 14 hezar leşkerên xwe yên ku li Afxansitanêne bîne nîvî. Di derveyê Amerîka de leşkerên biyanî yên ku di çarçoveya hêza navdewletî de li Afxansitanê ne, wê jimara wan 8 hezar û 600 be û van leşkeran wê perwerde û şêwirmendî bo hêzên Afxansitanê bikin.

Leşkerên Amerîkayê yên ku bimînin wê tevlî operasyonên leşkerî bibin. Di çarçoveya plan de temamê leşkerên Amerîkyê wê di navbera 3 sal û 5 salan de vekişin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin