PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser serdan şanda Amerîkayê ya bi seroktiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey daxuyaniyek belav kir û tê de got, ew çaverê dikin hevdîtinên rayedarên Amerîka - Tirkiyê di rojên pêş de jî berdewam bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berdewama hevdîtinên di dahatuyê de hatiye plankirin û hat gotin, di hevdîtina Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Jeffrey de li ser avakirina herêma ewle ya tê plankirin danûstandin hatiye kirin û dê xebatên hevbeş di vê çarçoveyê de berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin