PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYAyê) piştî gumanên çalakiyên terorê û fikarên ewlehiyê yên li nêzîkî Baregeha Esmanî ya RAF Fairford a li Îngiltereyê, balafirên xwe yên bombardûmanê yên cureya B-1 vekişandin baregehên xwe yên li Amerîkayê.
Di 27ê Îlonê de li nêzîkî baregehê piştî îxbarên li ser sê mînîbûsên bi guman polîsan 5 kes binçav kiribûn û ev yek bûbû sedema nîgeraniyên ewlehiyê.
Wezareta Siyaseta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) vekişandina balafiran piştrast kir.
Serokwezîrê herêmî Andy Burnham gotibu ku delîlên bi hêz hene ku nîşan didin Îran li pişt vê plana gumanbar e, lê Tehranê ev tawanbarî red kiribûn.
Hate diyarkirin ku hikûmeta Îngiltereyê berê destûr dabû ku DYA ji bo operasyonên li dijî Îranê li Tengava Hurmizê van balafirên li Fairfordê bi kar bîne.