PeyamaKurd – Hat ragihandina ku Amerîkayê red kiriye beşdarî hevdîtinên Sûriyê yên li bajarê Soçiyê ku bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyê di formata Astanayê de pêk tên bibe.
Hat zanîn ku Amerîkayê xwestiye peyamekê bide wan welatan ku bawer nake di bin sîwana wan de krîza Sûriyê were çareserkirin.
Civîna ku doh bi beşdarbûna şandên Tirkiye, Rûsya, Îran şandên ji rêveberiya Şamê û opozîsyonê Sûrîyê dest pê kir, di bin çavdêriya nûnerê NY bo Sûriyê Geir Pedersen de bi rê ve çû û îro Çarşemê jî bidawî dibe.
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsî yê Sûriyê Alexander Lavrentiev, diyar kir ku Amerîkayê berî niha beşdariya xwe weke çavdêrê Astana li Soçiyê jî red kiribû.
Serokê Amerîkayê Biden, rola Rûsyayê ya di Sûriyê de rexne kiribû û ew weke gefekê li ser ewlehiya Sûriye û herêmê bi giştî pênase kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin