PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di hevdîtina xwe ya Brezîlya ya ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû de, garantî da Îsraîlê û got, dê vekişîna ji Sûriyê bandorê li têkiliyên wan neke.
Pompeo got, “Biryara Serok Trump a derbarê Sûriyê de, dê bi ti awayî têkilî û hevkariya Amerîka – Îsraîlê neguherîne.”
Pompeo destnîşan kir ku digel biryara vekişînê jî dê şerê wan ê li dijî DAIŞê berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye piştî biryara vekişînê ya ji Sûriyê, Îsraîl li dijî wê biryarê derketibû û gotibû, dê ji ber metirsiya Îranê êrîşên wan ên li ser Sûriyê bênavber berdewam bikin û Îsraîl dikare xwe biparêze. Trump jî gotibû, ew pere didin Îsraîlê ku xwe biparêze û dikare xwe biparêze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin