Amerîkayê ji sedî sed bac danî ser dronên ji Çînê

Amerîkayê ji sedî sed bac danî ser dronên ji Çînê

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump ji bo kêmkirina girêdayîna bi Çînê re û piştgiriya hilberîna navxwe, li ser dronên hawirdekirî û parçeyên wan biryara bacên giran da.

Li gorî biryara Koşka Spî ku tê çaverêkirin ji 3yê Îlonê pê ve bikeve meriyetê, baca li ser dronên ji 25 kîlograman girantir û xwedî kamerayên termal gihîşt sedî 100î, ji bo dronên biçûktir jî rêjeya bacê wekî sedî 25 hat diyar kirin.

Di çarçoveya van tevdîran de ji bo hilberînên ji Yekîtiya Ewropayê, Japonya, Koreya Başûr, Swîsre û Taywanê baca sedî 15, ji bo berhemên Brîtanyayê jî li ser mercên diyarkirî baca sedî 10 hat diyarkirin.