Amerîkayê, sandeke din jî sand Taywanê

Amerîkayê, sandeke din jî sand Taywanê

PeyamaKurd- Piştî serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ya ku li Taywanê bû sedema berteka Çînê, Amerîkayê şandeke din jî şand Taywanê.

Piştî serdana Pelosî ku ev 12 roj in Çînê berê xwe daye Taywanê û bi tetbîqatên leşkerî li ser xelkê Taywanê rewşeke metirsîdar peyda dike, şandeke din ji Kongreya  Amerîkayê çû serdana Taywanê.  

Li ser mijarê, ji aliyê Enstutiya Amerîkan a di asta balyozxaneya mezin de li Taywanê ye, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi pêşengiya Senatorê Partiya Demokrat a Massachusettsê Ed Markey, şandeke ji 5 kesan pêk tê, di çarçoveya gera Asyayê de serdana gravê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Endamên şandê, bi erkên xwe yên asta bilind, dê li wê derê li ser têkiliyên navbera Amerîka û Taywanê, her wiha dê li ser ewlehiya herêmî, bazirganî, razemenî û mijarên din hevdîtinan bikin.”

Alozî dorfireh dibe

Serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ya Taywanê, bûbû sedem ku hêrsa Çînê li dijî Taywanê zêde bibe. Piştî vê serdana duyemîn, tê payîn ku berteka Çînê hîn zêdetir bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin