PeyamaKurd – Li gorî lêkolîna ORC Lêkolînê, dengê Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 48,1 e; Rêjeya dengên Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 46,7 bû. Ji sedî 5,2 ê beşdaran gotin ku ew bêbiryar in.
Şîrketa ORC Lêkolîn, encamên lêkolînên xwe yên li ser tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê parve kirin.
Li gorî parvekirina li ser hesabê Twîtterê yê Şîrketê, dengê namzedê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 48,1 hat pîvandin.
Rêjeya kesên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan namzedê Tifaqa Gel tercîh kirin ji sedî 46,7 bû.
Ji sedî 5,2 jî diyar kirin ku ew bêbiryar in.
Piştî ku girêdana bi hûrguliyên lêkolînê re hate parvekirin, di gihîştina malpera kompaniyê de pirsgirêkek derket.
Di daxuyaniya ku ji hêla ORC Lêkolînê ve hatî dayîn de hat eşkerekirin, "Niha 1 mîlyon daxwazên têketinê li malpera me hene. Lêbelê, gelek êrîşên bot jî hene. Xeletiya li ser malpera me wê di zûtirîn demê de were rastkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin