PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, bi awayekî henekî piştî fermîbûna endamtiya NATO ya Fînlandayê spasiya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir, ji ber ku şerê Ukraynayê daye destpêkirin û bûye sedema metirsiyên ewlehiyê.
Bilinken di civîna rojnamevanî ya ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg de ku berî fermîbûna endamtiya Fînlandayê derketin pêşberî rojnamevanan, axivî.
Blinken got: "Piştî demeke kurt em ê Fînlandayê vexwînin kursîyê hevpeymaniyê (NATO). Dibe ku ev tekane tişta ku em ji bo wê spasiya Pûtîn bikin e. Çimkî wî careke din bi êrîşkariya xwe, hişt ku ew tiştê naxwaze pêk were, bileztir pêk bê. Herwiha hişt ku gelek welat ji bo ewlehiya xwe li hember êrîşkariya muhtemel a Rûsî bikevin tevgerê û zêdetir tiştan bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin