AP: Trump difikîrî ku Erdogan soz daye, lê..

AP: Trump difikîrî ku Erdogan soz daye, lê..

PeyamaKurd - Rayedarekî Amerîkî ji Associated Press (AP) re ragihan ku Serokê Amerîkayê Donald Trump difikirî ku Erdogan di pêwendiya telefonî ya 23yê Kanûna 2018an de soza parastina Kurdan li Sûriyê daye, lê helwesta bo serdana John Bolton ev yek pûç kir.

Li gorî rayedarê Amerîkî yê beşdarî hevdîtinên Bolton ên Tirkiyê bûye Berdevkê Serokmorê Tirkiyê Îbrahîm Kalin gotiye, “Heta Amerîka li Sûriyê be, Erdogan soz daye ku ti operasyonekê pêk neyîne.”

Herwiha di li gorî daxuyaniyên rayedarê Amerîkî di hevdîtinê de, Amerîkayê derbarê vekişînê de navê pênc welatan rêz kiriye û di nav şertên Amerîkayê de, “Pêk neanîna mimaleya xirab li dijî muxalîfên hevpeymanên Amerîkayê (Kurd) jî heye”.

Li aliyê din rayedarekî Amerîkî jî ji Reutersê re ragihandiye ku di hevdîtina Bolton de hatiye gotin ku Amerîka di vê qonaxê de ji baregeha El Tanf a başûrê Sûriyê venakişe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin