PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî, di pêwendiyeke telefonî de bi hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên re got, "Pêwendiyên di navbera Bexda û Tehranê de stratejîk û kûr in."
Daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Iraqê nîşan da ku Wezîrê Derve Fuad Husên ji hevtayê xwe yê Îranî Ebas Arakçî pêwendiyeke telefonî wergirtiye.
Di pêwendiyê de asta aloziyên li herêmê û bandora wan li ser ewlehî û aramiyê hatiye nirxandin. Her du wezîran tekezî li ser pêwîstiya şêwirmendiya dualî û hevrêziya berdewam kirin da ku pêşî li zêdebûna aloziyan bigirin û aştiya herêmî biparêzin.
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê zêde kir, "Arakçî di dema pêwendiyê de diyar kir ku têkiliyên di navbera Îran û Iraqê de pir kûr û stratejîk in. Ev têkilî li ser pirên dîrokî, çandî û olî yên di navbera her du gelan de, û herwiha berjewendiyên hevpar ava bûne."
Arakçî girîngiya parastina van têkiliyan tekez kir û diyar kir ku daxuyaniyên kesane û nefermî divê hevkariya di navbera her du welatan de nexin bin siya xwe. Wî pabendbûna Îranê bi rêzgirtina hevbeş, cîrantiya baş û pêşxistina têkiliyên bi hikûmet û gelê Iraqê re dubare kir.