Aramco navenda xwe ya li Dhahranê vala dike

Aramco navenda xwe ya li Dhahranê vala dike

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku şîrketa petrol û gazê ya neteweyî ya Siûdî Aramcoyê, ji ber rewşa ewlehiyê ferman da xebatkarên xwe ku avahiya xwe ya giştî ya li Dhahranê vala bikin û dest bi xebata ji dûr ve bikin.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku çavkaniyan diyar kirin êrişa Hûsiyan a ser destpêka vê mehê li ser navenda şîrketê bibe sedema ziyaneke mezin û şewat çend qatan bigre.

Di vê navberê de, hat ragihandin ku di êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya King Fahd a li Dammamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.