PeyamaKurd - Navenda Almaya-Îsraîlî ya Lêkolînan ragihand ku hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibe.
Navendê diyar kir ku Tirkiyeyê asta danûstandinên xwe yê aborî bi Sûriyeyê re bi pêş xistiye û bi awayekî eşkere piştgiriya Tevgera Hemasê dike.
Herwiha navendê da zanîn, di warê aboriyê de Tirkiye hewl dide hêla trênê ya Hîcazê ji nû ve amade bike û bixe xizmetê ku ev xeta trênê jî di navbera Tirkiye, Sûriye û heta bi kendavê ye.
Li gorî navendê ev yek jî dê rola Îsraîlê ya herêmî lawaz bike.
Di rapora navendê de hate gotin: "Sûriye ji bo cara yekem beşdarî rahênanên leşkerî yên bi navê EFES-2026 bûye û keştiyên Tirkiyeyê ji bo cara yekem serdana berava parêzgeha Laziqiyê kirine."