Tirkiye: Artêşa Tirkiyê dê ji Iraq û Sûriyê venakişe

Tirkiye: Artêşa Tirkiyê dê ji Iraq û Sûriyê venakişe

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler ragihand ku wê hêzên xwe yên li Iraqê û Sûriyê paşde venekşîne. Heya ewlehiya herêmê, ewlehiya sînoran û şertên li sehayê bigihîjê asta ku Tirkiye dixwaze nebe, dê hêzên xwe nevekşîne.

Güler, her weha got ku şertên ew dixwazin bi cîh werin dê karibin rewşê ji nûh de rave bikin. Güler axaftina xwe ji bo ajansa Fransayê ya AFPê kir. Güler behsa ewlehiya heremê, ewlehiya sînor kiriye û eger şertên dixwazin bi cîh werin, dê rewşê ji nûh de rave bikin. Güler her weha behsa bicîhbûna otorîta dewletê ya li Sûriyê kir.

Güler ji bo têkiliyên fermî çû Qatarê û di civîna Oakistan, Tirkiye, Qatar û Endonezyayê de cîh girt.

Güler bi berfirehî behsa rewşa Sûriyê kir lê zêde behsa vekişîna ji Iraqê nekir. Di meha borî de, bi Iraqê re, di hevdîtinan de Tirkiye gotibû ku dê ji Iraqê vekişin.