Tirkiye: Artêşa Tirkiyê ji Serê Kaniyê û Girê Sipî venekişiyaye

Tirkiye: Artêşa Tirkiyê ji Serê Kaniyê û Girê Sipî venekişiyaye

PeyamaKurd – Wezareta bergiriya Tirkiyê (MSB) ragihand ku hinek çavkanî dibêjin li herêma tevgera Kaniya Aştiyê (Barın Pınarı) artêşa Tirkiyê ji herêmê vekişiyaye.

MSB got ku artêşa Tirkiyê li herêmê wezîfa xwe dewam dike û ti guherînekî nebûye.

Artêşa Tirkiyê di Cotmeha 2019an de ketibû axa Rojavayê Kurdistanê û bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî xistibû destê xwe.