PeyamaKurd- Li welatê Nîjeryayê di navbera rêxistina Boko Haram a çekdar û artêşa Nîjeryayê de şer û pevçûn derket. Di encamê de 18 leşker hatin kuştin. Li gor ragihandina çapemeniya Nîjeryayê bûyer li eyaleta Bornoyê li devera Gubioyê çêbûye.
Berdevkê artêşa Nîjeryayê Mûsa Sagir ragihandiye ku di şer de 22 leşker reviyane û li wan digerin. Mûsa behsa jimara kuştiyan nekir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin