Artêşa Amerîka: Me gelek dronên Îranê xistin

Artêşa Amerîka: Me gelek dronên Îranê xistin

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku artêşa Îranê bi armanca lêdana keştiyên bazirganî yên ku di ser Tengava Hurmizê re derbas dibin, hejmareke zêde dronên êrîşkar ên xwekuj rasterast avêtine.

CENTCOMê da zanîn, hêzên Amerîkayê di nav saetên dawî de cihê van dronan tespît kirine û hemû bêyî ku bigihîjin armancên xwe xistine û ji nav birine.

Artêşa Amerîkayê tekez kir ku tevî vê pêla êrîşê jî, derbasbûna keştiyan a di tengavê re bêyî ti rawestandin an xitimandinê bi awayekî asayî berdewam dike û koridora bazirganiya navdewletî ji bo hatûçûnê bi temamî vekirî ye.

Hêjayî gotinê ye, tevî rageşiya leşkerî li aliyekî jî hewldanên dîplomatîk ên ji bo îmzekirina peymana aştiyê ya mayînde ya li Cenevreyê di navbera Washington û Tehranê de berdewam dikin.