PeyamaKurd- Di navbera Pakistan û Hindistanê de, ji damezrandina her dû dewletan heya niha pirsgirêka Keşmîrê dewam dike ku li serê li hev nakin. Ev demeke ku li ser sînorê her dû dewletan şer û pevçûn dertê. Îro jî li ser xeta sînor ya navbera her dû dewletan, li navçeya Rakçarkiyê şer derket û her dû alî lihev xistin.
Di bûyerê de teqîna ewilî ji aliyê Hindistanê de hat kirin û di encamê de 3 leşkerên Pakistanê mirin û yek jî birîndar bû. Di nava miriyên Pakistaniyan de gelek sîvîl jî hene lê Pakistan jî sîlihan berra aliyê Hindistanê daye ku encamê de 1 zabitekî, 2 jin mirine û kalekî 70 salî jî ketiye ber êrîşên çekdarî. 18 sîvîl û 5 leşker jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin