Artêşa Îranê li nêzî Raskê 2 sîvîlên Belûc kuşt

Artêşa Îranê li nêzî Raskê 2 sîvîlên Belûc kuşt

PeyamaKurd – Artêşa Îranê (IRGC) li navça Raskê li nêzê Jakigorê bi zanîn, bi sîlihan li erebeyekî sîvîl xist û di encamê de kesên bi navên Muhammed Ekrem Akhtari û Muhammed Eslam Saîdî kuştin. Her dû kes jî ji xelê Belûcistanê ne an ku Belûc in.

Medya dewleta Îranê her dû kuştiyan weka terorîst ragihand û xwest kuştina her 2 Belûcan rewa nîşan bide.

Li gor ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê; hêzên Îranê li ser rêya Jakigorê bûne, di roja 22ê Nîsanê de seet di 23.00an de, bi çekan li ereba wan ya Toyota Land Cruiserê dixin û her 2 Belûc li ciyê rûdanê can didin.

Hengawê tesbît kiriye ku her dû Belûc ji navça Sarbazê ji devera Sarkourê ji gundê Darchoubê ne. Halwş, rûdanên li Belûcistana Îranê dişopîne û gotiye ku bê hişyariyekî bidin her 2 kesan, bi çekan li wan xistine û her 2 jî bi gelek guleyan hatine kuştin.

Hengawê, kuştina sîvîlên Belûc ya bi sistematikî şermezar kiriye û gotiye ku kuştinên weha bûye karê dewleta Îslamî ya daîmî, bi dilê xwe mirovan dikuje, wan digre, birîndar dike û dixe zîndanan. Demekî dirêje ku dewleta Îranê vê siyasete dimeşîne.