Artêsa Îsraîlê dîlekî di destê Hemasê de rizgar kir

Artêsa Îsraîlê dîlekî di destê Hemasê de rizgar kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê dîlekî ji 7ê Cotmeha 2023yan ve ji aliyê Hemasê ve hatibû revandin, bi operasyonekê hatiye rizgarkirin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de, hatiye gotin ku îsraîliyê bi navê Qaîd Ferhan el Qadî yê 52 salî ku ji 7ê Cotmehê ve li Xezeyê hatibû girtin, îro danê sibehê ji aliyê komandoyên Shayetet ve bi operasyonekê ji nav tunelekê hatiye rizgarkirin.

Hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya Al-Qadî baş e û ji ber ewlehiyê ew hurgiliyên operasyonê parve nakin.

Îsraîlê ji 7ê Cotmehê ve ji 251 dîlan 8 rizgar kirine ku mirina 34 dîlên din ên di destê Hemasê de jî piştrast bûye. Herwiha di çarçoveya agirbestan de jî 105 dîl hatibûn berdan

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin