PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê doh 17ê Tebaxê devereke li girên Colanê ya gundewarên Quneytîrayê ku Hizbullah û hêzên rejîma Sûriyê tê de bûn bombebaran kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye, li gundewarên bakurê Quneytîrayê ji ber bombebarana Îsraîlê li dijî binkeyên leşkerî yên nêzî bajarokê Heder ku mîlîsên girêdayî Îranê lê bi cih bûne teqînan rû daye.
Ajansa femrî ya Sûriyê SANAyê jî êrîş piştrast kiriye û ragihandiye ku 2 moşek li xalên Qeris Nefil a li nêzî gundê Heder ketine.
Hêjayî bibîrxistinê ye Îsraîlê beriya niha sala 2018an jî ew herêm bombebaran kiribû ku Hizbullah bi temamî li ser gundê Heder û derdora wê xwedî hêz e.
Hefteyek berê jî artêşa Îsraîl û Hizbullahê li Mezarî Şebîa pev çûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin