PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşên ser Tehranê de li baregeha esasî ya artêşê xistine, êrîş gelek berfireh bûye û ji 100 î zêdetir muhîmmatan bikar aniye. Artêşê li ser êrîşê agahiyên fireh da.
Baregeha ku artêşa Îsraîlê lê xistiye baregeha esasiye, baregeh koordinasyon û îdara hêzên Basicê dike. Îsraîlê ragihand ku bi lêdana baregehê re, li tesîsa hilberîna çekan xistiye.
Di nav tesîsên ku lê xistiye de, baregehekî Qudsê, beregehekî parastina hewayî, baregehekî hêzên bejayiyê, baregehekî îstîxbaratê, tesîsekî hilberîna fuzeyên seyrê û tesîsên ji bo hilberîna fuzeyên balistik û lêgerîna wan heye.