PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê şeva din navçeyên sivîl ên Kîevê bombebaran kir û di encamê de herî kêm 6 kesan can dan.
Li gor zanyariyan, artêşa Rûsyayê şeva din avahiyeke 10 qatî ya li herêma Sviatoshyn a li başûrê rojavayê Kîevê kir armanc.
Şaredarê Kyivê Vitali Klitschko da zanîn, di êrîşa li ser wê avahiyê de qurbanî hene.
Raporteke ajansa nûçeyan a Fransayê AFPê jî destnîşan dike, di bombebarana şeva din a li ser navendeke kirîn û firotinê li Kîevê, herî kêm 6 kesan can dane û hejmarek kes birîndar bûne, herwiha lêgerîn di bin kavilên avahiyê de berdewam e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin