Artêsa Sûriyê dest bi vekisîna ji Minbicê kir

Artêsa Sûriyê dest bi vekisîna ji Minbicê kir

PeyamaKurd - Artêşa rejîma Sûriyê ku ragihandibû, wan ala xwe li Minbicê bilind kiriye niha jî hêzên xwe yên li bakur û bakurê rojavayê Minbicê vedikişîne. HSD/YPG piştî biryara Amerîkayê ya vekişînê, banga parastina sînorên bajêr li hikûmeta Sûriyê kiribû.

Hat ragihandin ku vekişîna yekîneyên artêşa Sûriyê bi hinceta ku di navbera wan û hêzên Amerîkî, Fransî û Brîtanî yên li Minbicê de alozî dernekeve, dest bi vekişînê kirine.

Syria Sivil War Map ku rewşa dawî ya nexşeyên leşkerî radigihîne jî nexşeya dawî ya rewşa bicîbûna leşkerî ji Minbicê belav kir.

Herwiha Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî nûçeya vekişandina hêzên artêşa Sûriyê ya bi heman sedeman piştrast kir.

Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişînê ya ji Sûriyê, hêzên hevpeymaniya navdewletî dewriyeyên xwe yên hewayî û bejahî bênavber li Minbicê didomînin. Biryara Trump bû sedema aloziyan li deverê, lê hîn jî nediyar e ew biryar tê bicîkirin yan na?

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin