PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa giştî ya Tirkiyê li ser bûyerên ku li bajarên Riha û Maraşê qewimîn û êrîş birin ser dibistanan ragihand ku tevî qedexeya parvekirinan jî 591 hesab parvekirinên xwe dewam kirine û di derbarê wan de, di çarçova agahiyên nerast de, dest bi lêpirsînê kirine.
Piştî êrîşên ser dibistanan, dozgerî ragihandibû ku belavkirina qedexê daniye ser weşanan lê yên ku biryarê îhlal kirine, di derbarê wan de lêpirsîn daye destpêkirin.
Ji ber di parvekirinan de bandora neyînî li ser raya giştî dikin, pesnê sûcdar bilind dinirxînin, rûdanan rast nadin çapemeniyê, bi zanîn agahiyên rast çewt radigihînin, di derbarê wan de dest bi lêpirsînê kirine.