PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Yûnanistanê ragihand, ku Tirkiye di helwestên xwe yên gef û êrişan de pir zêde diçe û divê bejna xwe û siya xwe tevlihev neke.
Berdevkê hikûmeta Yunanistanê Dîmîtrî Canakopoulos di axaftina xwe ya civîna çapemenî de ragihand, hikûmeta Tirkiyeyê bi derewkirinê tometbar kir û got: "Me alaya xwe ji Dorava Kerdo (Anthropofagos) neaniye xwarê."
Canakopoulos banga aramî li hikûmeta Tirkiyê kir û got: Êrişên ser Yunanistanê êrişên ser sînorên Yekîtiya Ewropayê ne û divê Tirkiye bibîne helwesta êrişkar hêza wan wenda dike. Bila Tirkiye bejna xwe û siya xwe tevlihev neke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin