PeyamaKurd - Malpera nûçeyan a Axiosê ya Amerîkayê ku dispêre çavkaniyên xwe yên hikûmetê, eşkere kir ku Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff, ji bo yekem danûstandinên ligel Îranê ber bi Swîsreyê ve bi rê ketiye.
Di heman nûçeyê de hat gotin ku zaveyê Trump, Jared Kushner jî jixwe berê wekî amadekarî gihîştiye Swîsreyê û li wir e.
Hate diyarkirin ku ev tevgera nû ya dîplomatîk, piştî krîza taloqkirina civînan wekî pêngaveke berbiçav a Washingtonê tê nirxandin.
Doh Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ragihandibû ku rûniştina çaverêkirî ya li bajarokê Bürgenstockê hatiye betalkirin.
Li ser vê mijarê, Koşka Spî rûniştina Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance a ji bo Swîsreyê rawestandibû û di daxuyaniyê de hatibû gotin ku amadekariyên lojîstîk û teknîkî yên van hevdîtinan hinekî aloz in û her gava ku plansazî zelal bibe, şandeya wan amade ye bi rê bikeve.
Di demekê de ku aliyê Îranî ji bo rûniştina li ser masê daxwaza hinek nîşaneyên pratîkî yên cîbicîkirina peymanê ji Amerîkayê dikir, şandina Steve Witkoff û amadebûna Kushner nîşan dide ku her du welat dixwazin herî kêm di asta teknîkî de dîplomasiyê zindî bihêlin.