AYMê blokeya li ser hesabên HDPê rakir: Wê alîkariya xezîneyê bistîne

AYMê blokeya li ser hesabên HDPê rakir: Wê alîkariya xezîneyê bistîne

PeyamaKurd - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) îro 9ê Adarê du biryarên girîng li ser doza girtina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) dan.

Dadgeha Bilind danê nîvro pêşî parastina devkî ya HDPê ji bo 11ê Nîsanê bipaş xist û piştre jî li ser îtiraza partiyê ya derbarê blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê de biryara betalkirina rakirina blokeya li ser hesabên HDPê ragihand.

Hat ragihandin ku biryara rakirina blokeya ser hesabên HDPê ji aliyê heyeta dadwerên AYMê ve bi piraniya dengan hatiye wergirtin.

Herdu biryarên AYMê di raya giştî de, wekî biryarên paşxistina doza girtina HDPê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulanê hatin nirxandin ku rêveberiya HDPê jî ew daxwaz ji Dadgeha Bilind kiribû.

HDPê piştî erdhejên Mereşê, di çarçoveya paşxistina dozên din ên cezayê de, ji AYMê daxwaza paşxistina 3 mehan a parastinê kiribû û herwiha ji bo rakirina blokeya alîkariyên xezîneyê jî îtiraz kiribû.

Di doza girtina HDPê de, ji bilî girtina partiyê ji bo zêdetirî 500 damezrîner, rêveber û endamên HDPê jî qedexeya siyasetê ya 5 salan tê xwestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin