PeyamaKurd - Kanala Amerîkî CNN Internationalê li ser zarê 4 çavkaniyên agahdar ragihand ku Îsraîlê di dema şerê li dijî Îranê de, yekîneyên xwe yên leşkerî û sîxuriyê yên bijarte bi dizî li Azerbaycanê bi cih kirine daku operasyonên dijî Îranê hêsantir bike.
Li gorî nûçeyê, leşker û komandoyên Îsraîlî li başûrê Azerbaycanê û li ser sînorê bakurê Îranê (ku tenê 96 kîlometre dûrî bajarê Tebrîzê ye) çalakî meşandine û ev herêm ji bo rûpîvandin û firandina dronan wekî baregeheke stratejîk a çavdêriyê hatiye bikaranîn.
Çavkaniyan îdia kir ku yek ji operasyonên herî girîng ên ji xaka Azerbaycanê hatiye birêvebirin, kuştina Berpirsê Sîxuriya Supayê Pasdaran Rehman Moqedem a di 4ê Adarê de bûye ku Îsraîlê ew wekî berpirsê hewldana sûîqesta sala 2024an a li dijî Donald Trump tohmetbar kiribû.
Herwiha hat diyarkirin ku ev binke, li gel baregehên li Iraq, Îmarata Erebî û Somalîlandê, beşek ji tora nihênî ya Tel Avîvê ye.
Li ser van îdiayan Berdewkê Wezareta Karên Derve yê Azerbaycanê Ayhan Hacizade bi temamî ev nûçe derewand.
Hacizade tekez kir ku îdiayên derbarê bikaranîna xaka Azerbaycanê ji bo operasyonên leşkerî yan sîxuriyê yên li dijî Îranê û hebûna hêzên Îsraîlê li welatê wan, bi tu awayî ne rast in û got: "Welatê me tu carî destûr nedaye çalakiyên bi vî rengî û dê di paşerojê de jî nede."
Berdevkê Azerbaycanî rexne li etîka rojnamevaniyê ya qenala CNNê girt ku bêyî nîşandana tu belgeyên berbiçav û tenê li ser bingeha çavkaniyên nenas ev nûçe weşandiye.