Azerbeycan 53 alavên îtfaiyê û 220 xebatkar sand Tirkiyê

Azerbeycan 53 alavên îtfaiyê û 220 xebatkar sand Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezareta Rewşên Awarte ya Azerbeycanê bo alîkariya vemirandina şewatên daristanên Tirkiyê bikin, destekê şandin Tirkiyê.

Di nav alavên desteka bo vemirandina agir de 53 arazozên îtfaiyê û 220 xebatkarên pispor hene. Konwoya Azerbeycanê di ser rêya bejayiyê de çû Tirkiyê. Konwoya alavan dê 2 roj bi şûnde bigihê herêmên şewatê. Her weha Azerbeycan di 1 ê tebaxê de dê helîkopterekî bişîne Tirkiyê.

Azerbeycan berê jî bo vemirandina agirên daristanan bo Tirkiyê 100 xebatkarên îtfaiyê û balafirekî amfîbî şandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin