Azerbeycan û Ermenistan lihev kirin û daxwuyaniya hevpar dan

Azerbeycan û Ermenistan lihev kirin û daxwuyaniya hevpar dan

PeyamaKurd – Rûsya, Azerbeycan û Ermenistan di civîna sêqolî de daxwuyaniyekî hevpar dan û gotin:

“Ermenistan û Azerbeycan ji bo hêz bikarneynin û bi hêzan hev tehdîd nekin lihev kirine.”

Civîna sêqolî li Soçiyê çêbû û di civînê de serokê Rûsyayê Vladimir Putin, serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan û serokê Azerbeycanê İlham Aliyev amade bûn. Serokê Rûsyayê Putin di civînê de axifî û got ku Azerbeycan û Ermenistan li ser belavokekî hevpar lihev kirine û weha got:

“Li gor baweriya me; civîneka baş çêbû. Li gor min li ser mijarên bingehîn ji peymanên ku wê di pêş de çêbibin, hewa civînê gelek baş bû. Em îro li ser belavoka hevpar me lihev kir. Ez aşkera bêjim lihevkirin li ser her mijarê nîne. Heyet berê li ser hin tiştan lihev kiribûn lê diviya hinek tişt jê derketina. Lê civîn bi giştî baş bû. Hevdîtina îro nîşan da ku ji bo dahatûya welatên me, em hemfikrin. Dema ez dibêjim welatên me, ez behsa Rûsya, Azerbeycan, Ermenistan û welatên herêmê dikim. Ji ber temamê gelan têkiliyên normal dixwazin.”

Piştî civînê di belavoka hevpar de hat gotin ku Ermenistan û Azerbeycan ji bo hêz bikarneynin û bi hêzan hev tehdîd nekin lihev kirine. Federasyona Rûsya, Azerbeycan û Ermenistan dubare kirin ku li ser ehda di peymana 9 ê mijdara 2020an e. Rûsya jî ji bo aştiya wan dê destekê bide wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin