PeyamaKurd – Platforma Zimanê Kurdî îro li Amedê derbarê serdana xwe ya bo Enqerê de daxuyaniyek da medyayê û Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ragihand, xebat û serdana wan a bo Enqerê serkeftî bû. Cizîrî herwiha got, di civîna li gel CHPê de, wan pêşniyar kiriye Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bê avakirin û Kemal Kiliçdaroglu serokê wê partiyê ji wan re gotiye, çêdibe navendek bo zimanê Kurdî hebe û ew piştgiriya wê yekê dike.
Platforma Zimanê Kurdî ku di 29.10.2018an de li Amedê hatiye avakirin, ji bo gotûbêjkirina rewşa zimanê Kurdî û metirsiyên li ser wê û çareseriyên derbarê zimanê Kurdî de, çend roj berî niha serdana Enqerê kiribû û bi hin partî û aliyan re hevdîtin pêk anîbû.
Îro Înê 7ê Sibatê li bajarê Amedê û li avahiya Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Platforma Zimanê Kurdî derbarê vê serdana xwe ya bo Enqerê de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ragihand, wan rojên 4 û 5 ên vê mehê li Enqerê program hebûn û wan serdana hejmarek fraksyonên li nav parlamentoya Tirkiyê û hin partiyan kirin û bi Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê ya li Enqerê re jî civiyan.
Şerefxan Cizîrî diyar kir, ji bilî MHPê wan daxwaza hevdîtinê ji hemû grûpên li nav prlamentoyê kir, lê tenê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Saadetê bersiva erênî dan û bi wan re hevdîtin pêk anîn û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û IYI Partiyê bersiva daxwazên wan ên hevdîtinê nedane.
‘Hevdîtin di atmosfêrekî pozitîv re derbas bû’
Berdevkê Platfoma Zimanê Kurdî di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi hevdîtina platformê li gel CHPê kir û da xuyakirin, CHPê li ser asta Serokê Giştî yê Partiyê pêşwazî li me kir û got: “Em çûne cem Kemal Kiliçdaroglu, pêşwazî baş bû, wî ji ti daxwazên me re negot na. Me qala gelek tiştan kir, qala Amedê, Xarpêtê û bûyerên vê dawiyê, qala Dêrsimê û Mêrdînê. Me qala Zazakî û Kurmancî jî kir, hevdîtin di atmosfêrekî erênî re derbas bû. Kiliçdaroglu ji me re got, ku ew dê di nav xwe de li ser vê fikrê gotûbêjan bikin.”
Kiliçdaroglu: Gelê Kurd gelekî qedîm e û daxwazên we jî daxwazên mirovî ne
Bi gotina Cizîrî, Kiliçdaroglu herwiha ji şanda Platforma Zimanê Kurdî re gotiye ku gelê Kurd gelekî qedîm e li Rojhilata Navîn û daxwazên we jî daxwazên mirovî ne.
Derbarê hevdîtina bi HDPê re jî, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî ragihand, herdu Hevserokên HDPê pêşwazî li şanda platformê kirin û bi awayekê gelek erênî piştgiriya xwe ji bo daxwazên platformê nîşan da.
Şerfxan Cizîrî got, “Hevserokê HDPê Sezayî Temellî di pêşwaziyê de bi Kurdî bi xêr hatina me kir û qala Kurd û Kurdistanê kir û gelek behsa wan xalan kir, ku di rojeva me de hebûn.”
‘Me nerînên xwe ji nûneratiya YEyê re gotin’
Di beşeke din a axaftina xwe de, Şerefxan Cizîrî amaje bi hevdîtina şanda Platforma Zimanê Kurdî li gel Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê ya li Enqerê kir û diyar kir, “me nerînên xwe ji nûneratiya YEyê re gotin, ew dinivîsin û wek raport dişînin aliyên xwe jortir. Wan behsa alîkariya me kirin, ji me re gotin ku ew dikarin bi rêya fonan alîkarî bidin me ku semînar û konferans û çalakiyan derbarê ziman de lidar bixin.”
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî destnîşan kir, “me ji rayedarên Nûneratiya YE ya li Enqerê re got, ku em doza mafê xwe û zimanê xwe dikin, û di meseleya ziman de ji me re bibin alîkar.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin