PeyamaKurd- Serokê Rêxistina Xwendina Bilind (YÖK) ya Tirkiyê Yekta Saraç ragihand ku dê xwendina li zankoyan piştî 1 ê cotmeh a 2020 an destpêdike. Yekta Saraç weha got:
“Hatiye xwestin ku zankoyên me salnameya xwendinê li gor piştî 1 ê cotmehê plan bikin. Rêvebiriyên zankoyên me li gor herêman, pandemiyê bidin ber çavên xwe û dê bi xwe biryara xwe bidin. Me derfetên zêde da zankoyên xwe ku dikarin jimara xwendevanan firk bikin, hereketên li zankoyan kêm bikin û biryara xwe ew bi xwe bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin