PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser 113 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 4 pêketiyên din ên Koronayê can dan.
Li gor amarên dawî yên Hevsorekê Desteya Tenduristîyê Ciwan Mistefa diyar kir, di 24 saet de li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, 113 pêketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin ku 65 kes mêr û 48 kes jî jin in.
Hevserokê Desteya Tendirustî da zanîn ku di rojekê de 4 nexweşên Koronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser can dane, ku 2 kes li Amûdê, kesek li Hesekê û kesek jî li Qimişlo ne.
Ciwan Mistefa herwiha diyar kir ku 15 nexweşên Koronayê jî piştî wergirtina çareseriyê rewşa wan bi temamî .
Li gel dawîn amarên heta niha li Rojavayê Kurdistanê 1120 kes tûşî Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî 52 kesan canê xwe ji dest dane û 328 kes jî baş bûne.
Li aliyê din li navçeyên di jêr destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de jî 32 kes bi Koronayê ketin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin