Hikûmeta Kurdistanê roja 25ê vê Adarê dest bi dayîna mûçeyan dike

Hikûmeta Kurdistanê roja 25ê vê Adarê dest bi dayîna mûçeyan dike

PeyamaKurd – Derbarê dayîna mûçeyên meha Adarê de, Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, ew ê roja 25ê vê Adarê, dest bi dayîna mûçeyan bikin.

Wezareta Darayî ya Kurdistanê da zanîn, ew ê roja 25ê vê mehê, ku bêhnvedana fermî ye jî, dest bi dayîna mûçeyên karmendan bikin.

Wezaretê Darayî destnîşan kiriye, ew mûçe yê meha Adarê ye û dê li gorî mekanîza berê yanê bi birrîna %21 were dayîn.

Hikûmeta Kurdistanê beriya niha ragihandibû, êdî ewê roja 25 her mehê mûçeyê karmendan bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin